Li Rihayê ji bo Ocalan azadî hate xwestin
Li Rihayê ji bo Ocalan azadî hate xwestin
Li Rihayê ji bo Ocalan azadî hate xwestin
BDP'a Rihayê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek pêk anî. Bi sedan kesên tevlî meşê bûn, pankarta "Hikûmet gavan biavêje" vekir û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
BDP'a Rihayê bi boneya Azadiya Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan û di çarçoveya kampanyaya "Hikumet gavan biavêje" de meşek girseyî pêk anî. Bi sedan kesên di nav de endam û rêveberên BDP'ê Şaredarên BDP'î, nûnerên KESK'ê, ÎHD'ê jî hebûn, li Qada Topçu kom bûn û heta Kargeriya Karakoyunê ya li pêş avahiya BDP'ê meşiyan. Di meşê de pankarta "Ji bo jiyanek bi rûmet gavekê tu jî bavê" vekir û dowîzên "Her der Licê her der berxwedan" bilind kirin. Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bi can bi xwin em te re ne ey Serok", "Riha dê ji bo faşîstan bibe goristan" û "Ocalan ez heyran" qîr kirin.
Piştî meşê Hevseroka BDP'ê Leyla Akça diyar kir ku, polîsan hemû meş bi kamereyan kişand û wiha got: "Sed salin li ser gelê Kurd zext û zor heye. Azadî, demokrasî, aştî û wekhevî sedema têkoşîna me ye. Heta ku daxwazên gelê Kurd ên demokratîk pêk bê em ê bixwazin hikûmet gavan bavêje. Akça diyar kir ku, daxwaza gelê Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya girtiyên siyasî rawestîna qereqol û bendavan, dawîlêhatina tevgera leşkerî ye. Kurd dixwazin êdî ekolojî wêran nebe. Kurd dixwazin zagonên dij-zagonî bi dawî bibin. Dixwazin bendava hilbijartinê rabe û faîlên windayan bên darizandin û cezakirin. Akça kuştina Medenî Yildirim jî şermezar kir û xwest kujer bên darizandin.