Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
Li Rihayê di encama serdagirtinên malan de piştî kesekî 3 kesên din jî hatin binçavkirin.
Li Rihayê piştî welatiyê bi navê Ahmet Yeşîl di encama serdagirtina malê de li Taxa Eyyubiye ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, Alî Polat, Mahmut Polat û Ferîde Polat jî di encama serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin, birin Muduriyeta Polîsan a Rihayê. Der barê sedema binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin.