Li Ranya semînera ‘Pêvajoya Aştiyê’ hat li darxistin
Li Ranya semînera ‘Pêvajoya Aştiyê’ hat li darxistin
Li Ranya semînera ‘Pêvajoya Aştiyê’ hat li darxistin
Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan li Ranya li ser mijara peyama Ocalan, pêvajoya Îmralî û çareseriya pirsgirêka Kurd semîner li dar xist.
Li Navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve semînerek hat li darxistin. Semînera ku ji aliyê berdevkê Hemwelatiyên Azad Serdar Star ve hate dayîn, mijarên weke girîngiya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya Îmralî, çareseriya pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk hatin girtina dest. Di semînerê de destpêkê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo Newroza Amedê ya 2013’an nivîsî hate xwendin, piştî xwendina nameyê li ser girîngî û naveroka nameyê nîqaş hatin pêşxistin. Pêvajoya Îmralî, pêvajoya aştiyê ya kû ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin û paşvekêşana gerîla hate nîqaş kirin.