Li Ranya kampanya îmzeyan berdewam dike

Li Ranya kampanya îmzeyan berdewam dike

Di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, li navçeya Ranya berhevkirina îmzeyan berdewam dike.

Kampanya ‘Ji Ocalan û girtiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê re azadî’ li başûrê Kurdistanê bi armanca komkirina 1 milyon îmzeyî di bin pêşengtiya RJAK û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan destpêkir, her roja ku diçe berfireh dibe. Di vê çarçoveyê de kampanya berhevkirina îmzeyan li navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê ve jî berdewam dike.

Bi armanca komkirina îmzeyan heyetek ya tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan serdana rêxistina Goran ya navçeya Ranyayê kir. Heyet ji aliyê serokê rêxistina navçeyê Resûl Mistefa Heme û endamên rêxistinê ve hatin pêşwazî kirin.

Resûl Mistefa Heme û endamên rêxistinê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê îmze avêt û keyfxweşiya xwe ya di vê kampanyayê anî ziman. Heme da diyarkirin ku, ew pêvajoya aştiyane ya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, ne tenê aştiyê ji bo gelê Kurd bîne di heman demê de hêvî dikin ku bîne tevayî Rojhilata Navîn. Her wiha Heme hêvî kir ku, girtiyên siyasî bêne berdan û bikevin nava gelê xwe.