Li Ranya azadiya rojnamevanên girtî hate xwestin

Li Ranya azadiya rojnamevanên girtî hate xwestin

Li navçeya Ranya 115’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî bi beşdarbûna rojnamevan, nivîskarên navçeyê hate pîrozkirin û şehîdên çapemeniya Kurdî hatin bîranîn. Her wiha di merasima pîrozbahiyê de hate xwestin ku rojnamevanên girtî bêne berdan.

Pîrozkirina 115’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî li ber Baxê Giştî yê navçeya Ranya’ya Silêmaniyê bi beşdarbûna nivîskar û rojnamevanên navçeyê pêk hat. Bi kombûna beşdarvanên pîrozbahiya rojê re destpêkê deqeyek rêzgirtin jibo şehîdên Kurdistanê bitaybet jibo rojnamevanên di doza Kurd û Kurdistanê de canê xwe ji dest dane hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ber fotoyên rojnamevanên jiyana xwe ji dest dayî yên her çar parçên Kurdistanê mûm hatin pêxistin û drûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Azadiya Ramanê’ hatin avêtin.

Di merasima pîrozbahiyê de li ser rewşa rojnamevaniya Kurdî hate axaftin, daxwaza azadiya rojnamevanên Kurd yên di zîndanên Îranê û Tirkiyê de kirin, li hember desthilatdarên Herêma Kurdistanê li fîrîkan xistin, herwiha şîyarî dan jibo metirsiya rewşa rojnamevaniyê ya li Başûrê Kurdistanê û azadiya ramanê hate xwestin. Piştre beyaname hate xwendin û di beyanamê de hate gotin ku, 22’ê Nîsana 1898’ê li paytexta Misrê Qahîrê Rojnameya yekem ya bi zimanê Kurdî ji aliyê her dû bira Mîqdad Mîthat Bedirxan û Ebdirehman Bedirxan Beg ve li çapxaneya Dar El-hilal hate çapkirin û ew roj bû destpêka dîroka rojnamevaniya Kurdî.

'ROJNAMEGER JI BER FIKRA XWE TÊN QETILKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, rojnamevanên ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hêzên desthilat ve hatine qetil kirin û rojnamevanên ji ber ramana xwe ya azad têne darezandin û wiha hat gotin: "Wek nivîskar û rojnamevanên navçeya Ranya 115’emîn salvegera Roja Rojnamevanên Kurd li hemû Kurd û rojnamevanên Kurd pîroz dikîn, şehîdên çapemeniya Kurdî bi bîrtînin û ji rojnamevanên Kurd yên kû îro di zîndanên Tirkiyê û Îranê de tên girtin azadiyê dixwazîn. Di dawiya beyanamê de bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin kû pêşiya azad hizirînê vebike û nebe astengê rojnamevaniya li ser prensîbên azadiyê pîşeyê xwe dikin. Jibo rojnamevanên girtî yên û hemû rojnamevanan Kurd silav û rêzên germ hatin şandin.