Li Qoserê pîrozbahiyên damezrandina PKK’ê di roja 3. ne

Li Qoserê pîrozbahiyên damezrandina PKK’ê di roja 3. ne

Li navçeya Mêrdînê Qoserê bi rêvebertiya BDP’ê pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê ku du roj pêş destpê kiribûn îro jî berdewam kirin.

35. salvegera damezrandina PKK’ê li taxa Îpek bi şahiyekî ku BDP’ê amade kirî hate pîroz kirin. Di şahiya pîrozbahiyê de Serokê BDP’a Navçê Fettah Tekîn, Serokê HDP’ê yê Navçê Arîf Turgay û nûnerên KURDÎ-DER, MEYA-DER, TUHAD-DER ku di navde bi sedan kes beşdar bû.

Li meydana pîrozbahiyê pankarta ku li ser ''35. Salvegera Cejna Vejina PKK'e Li Gelê Kurd Piroz Be" nivîsî hate daliqandin. Alên PKK’ê, HPG’ê û YPG’ê hatin hilgirtin. Di şahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên ku di Tekoşîna Azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dayîn hatin vekirin.

Şahiya pîrozbahiyê ku bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir şûnde koma Navenda Mûzîkê a Şehîd Elî Temel derkete ser dîkê. Di şahiya pîrozbahiyê de Rêveberê BDP’a Bajêrê Mêrdînê Mehmet Dogan axiftinek kir.

Di şahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK’ê gele, gel li vire” ku hatin qêrîn, şahî pir gerim bû. Şahiya pîrozbahiyê ku govend hatin girtin bi avêtina guleyên hewayî bi dawî bû.