Li Qilaban û Oremarê topbaran, li Pasûrê keşif

Li Qilaban û Oremarê topbaran, li Pasûrê keşif

Her çendî gerîla di pozîsyona agirbestê de ne, lê êrîşên artêşa Tirk didomin. Qilaban û Oremar hatin topbarankirin û li Pasûrê jî xebatên keşfê hene.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku roja 19’ê nîsanê saet di 08.00 de û roja 20’ê nîsanê saet di 03.00 de, li devera Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê deverên Şehîd Xafur û Şehîd Karker ji aliyê artêşa Tirk a “dagirker” ve bi obîs û hewanan hatine topbarankirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku roja 19’ê nîsanê saet di 13.00 û 15.00 de xeta sînor a Zendora ya navçeya Qilaban a Şirnexê bi obîs û hewanan hatiye topbarankirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku roja 18’ê nîsanê li deverên Heleda, Barînê û Milika yên navçeya Pasûra Amedê bi helîkopterên kobra û skorsky ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye keşifkirin.