Li Qibrisê vegera li pêvajoya çareseriyê

Serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê Mûstafa Akinci û Serokkomarê Komara Qibrisê Nîkos Anastasîadîs, wê hevdîtina xwe ya destpêkê roja Şemiyê pêk bînin.

Serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê Mûstafa Akinci û Serokkomarê Komara Qibrisê Nîkos Anastasîadîs, wê hevdîtina xwe ya destpêkê roja Şemiyê pêk bînin.

Berdevkê hikûmeta Rûm Nîkos Hrîstodûlîdes da xuyakirin, ku her du lîder wê hewl bidin muzakereyên ev demeke nameşe, zindî bikin.

Hrîstodûlîdes anî ziman ku lîderan piştî axaftineke dirêj a bi rêya telefonê biryar dane, hevdîtinê bikin.

Berdevk her wiha diyar kir ku Rûmên Qibrisî wê ji bo Tirkan 'tedbîrên zêdekirina ewlehiyê bi awayekî yekalî werbigirin.'

Li gorî ajansa Reutersê yek ji tedbîrên di rojevê de ye, dayîna nexşeyên 28 erdên li aliyê Tirk ên beriya 1974'an mayîn lê hatibûn çandin e.

Berdevk anî ziman ku ev tedbîr 'wê nekeve şûna pêvajoya çareseriyê, lê belê wê pêvajoyê xurtir bike.'

Muzakereyên li ser çareseriya pirsgirêka Qibrisê di Cotmeha par de sekinîbûn.

Hevdîtina Akinci û Anastasîdes, ji Îlona par û vir ve yekem hevdîtina lîderên Rûm û Tirk e.

Mûstafa Akinci yê di hilbijartinên roja Yekşemê de bi ser ket, li aliyê Tirk piştî Raûf Denktaş, Mehmet Alî Talat û Dervîş Eroglû bû Serokkomarê çaremîn.

Akinci ji sedî 60,17 ê dengan wergirtibû. Serokkomarê beriya wî Dervîş Eroglû ji sedî 39,5 ê dengan stendibû.

Akinci ku destekeke mezin a gel wergirt, li giravê bi sekna xwe ya siyasî ya li şûna 'du dewletan' çareseriyeke federatîf diparêze, tê naskirin.

Akinci ku dixwaze giraniya Tirkiyeyê ya li Bakurê Qibrisê kêm bibe, di pêvajoya hilbijartinê de sozên rêveberiya xwe bi xwe û dayîna biryarên xwe bi vîna xwe, da gelê li Bakurê Qibrisê.

Ev gotinên Akinci li Tirkiyeyê rê li ber nerazîbûneke cidî vekir. Di xeta Enqere-Lefkoşa de alozî derket.