Li Qersê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dest pê kir

Li Qersê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dest pê kir

Li Qersê pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi coş û kelecaneke mezin dest pê kir.

Saziyên civaka sivîl yên Qersê ti têketina Kazimpaşa de hatin cem  hev û ber bi Qada Cumhuriyetê ve derbasî meşê bûn.  Girseya ku pankartên wek ‘Bijî Yek Gulan’, ‘Bijî biratiya şoreşger, karkeran’ vekirin û bê navber dirûşme berzkirin. Girseya ku ji aliyê polîsan ve ket ablukayê, 4 nokteyên lêgerînê derbas kirin û gihiştin qadê.

Bi hezaran xwendekarên Komeleya Ciwanên Welatparêz ya Kafkas bi pankarta ‘Di roja kedkaran de ji kedkarê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan re silav’ ketin qadên. Di dema têketinê de  di navbera ciwan û polîsan de gengeşî derket. Li qadê sirûda ‘Herne pêş’ û ‘Keça Kurdan’ hat xwendin. Pîrozbahî bi coşeke mezin didome.