Li Qersê konsera aştî û biratiyê hate li darxistin

Li Qersê konsera aştî û biratiyê hate li darxistin

Konsera aştî û biratiyê ya ji aliyê BDP’a Qersê ve hate organîze kirin, bi hezaran kes tevlîbûn.

Di konsera aştî û biratiyê ya ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hate organîzekirin de bi hezaran kes beşdar bûn. Konsera ku li salona Dawetê ya Mavî Saray ya Qersê hate li darxistin, endamên MP’a BDP’ê, hevserokên BDP’a Qersê Nûriye Erkmen, Şerafedîn İdîrîm, serokê Navçeyê Kemal Bulgan û hemû rêveberên bajar û navçeyan, şaredar, rêveberên Komeleya Xwendekarên Welatparêz yên Qafqas û gelek kes tevlî bûn.

Di salonê de pankartên “çareseriya demokratîk, ji Ocalan re azadî”, “ne makezagona AKP’ê, makezagona gel” û wêneyên sê jinên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, her wiha Şahîn Onerê ku li Amedê panzera polîsan da ser û qetilkir hatin daliqandin. Bi dirêjahiya konserê sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gele, gel livire” hatin qîrîn.

Piştî deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji destdane, endamê MP’a BDP’ê Ebas Yolda bi kurdî beşdarvan silav kirin û ji ber tevlîbûna wan sipasî kir.

Piştî Yoldaş Serokê Komeleya Ciwanên Welatparêz yên Qafqasan Adil Bozkurt axaftinek kir. Bozkurt anî ziman ku, gelê Kurd bi berxwedanê xwedî li azadiyê derket û got: “Ez birêz û hurmet silavan li yên jib o tekoşîna Kurdistanê dilê wan dikewe, li çiyayan ji bo azadiyê berxwe didin û mehkumên azadiyê yên ku li zindanan ji bo daxwazên gelê Kurd berxwe didin, dikim. Em weke ciwanên welatparêz dê parêzvan û piştevanên pêvajoya aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jiyanek demokratîk û birûmet ya hemû gelan dayî destpêkirin bin. Em dê azadiya hemû gelan biparêzin, heta dawiyê em dê hemû nirxên ku vê tekoşînê afirandine bidin jiyan kirin.”

Konser bi stranên Koma Zozan û Halît Bîlgîç berdewam dike.