Li Qendîlê damezirandina PKK'ê bicoş hate pîroz kirin
Li Qendîlê damezirandina PKK'ê bicoş hate pîroz kirin
Li Qendîlê damezirandina PKK'ê bicoş hate pîroz kirin
Li binarê Qendîlê 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê 27’ê Mijdarê bicoşek mezin bibeşdarbûna xelkê herêmê û welatiyên ku ji Ranya, Qelediz, Diyana û Çomanê hatî hate pîroz kirin.
Li binarê Qendîlê 27’ê Mijdarê 35’mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi organîzasyona Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK) ve bi tevlîbûna xelkê herêmê û penaberên Rojhilatê Kurdistanê li gundê Bukrîskan hate pîroz kirin. Şahî piştî nîvro di demjimêr 2:00’an de destpê kir û heyanî demjimêrên êvarê berdewam kir. Şahiyê bi deqîqeyek rêz girtinê dest pêkir û ji gelek bajarên weke Ranya, Qeledizê, Diyana û Çomanê beşdarî şahiyê bûn.
Sirûda Ey Reqîb ya ji aliyê Koma Solîn ya zarokan ya binarê Qendîlê ve li gel rêz girtinê hate xwendin. Piştî rêz girtinê, ji aliyê malbatên şehîdan ve agirê cejina vejînê ya 27’ê Mijdarê hate dadan. Agirê cejina vejînê ji aliyê dayîka Şehîd Sîpan û Çekdar, Sirweçiya malbata Şehîd Egîd, Bes Resûl li binarê Qendîlê û mam Elî yê ji derve Ranya hate dadan.
‘PKK’Ê CIVAKEK JI NÛ VE AVA KIR’
Di şahiya cejina vejînê de hestên netewî û peyamên siyasî hatin dayîn û derketin holê. Li ser navê PÇDK û her wiha yek ji endamên komîteya amedekar Azad Mihemed derkete ser dikê û wiha got; “ Di sala 1978’an de li Amedê li gundê Fîsê Partiya Karkerên Kurdistanê tê damezrandin, Rêberê me li ser bingehê gotina ku ‘Kurdistan bi deste’, dest bi damezrandina partiyê dike û dest bi têkoşînê dike. Ji xwe şert û mercên wê demê ya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ya asta dagirkeriyê di radeyake jor de bû. Ji ber vê yekê vê şoreşê bi xwe re vejînek anî û bû sedem ku hemû beşên civakê bi xwe re şiyar bike û her kes xwedî li vê şoreşê derkeve. ji ber vê em bi hêsanî dikarin bêjin ku PKK’ê bi xwe kesayeteke nû û civakeke nû afirand û bû sedem ku bê navber têkoşîn bi rêve biçe”. Azad Mihemd di dirêjiya gotinên xwe de deyndar bûna li hember şehîdan anî ziman û got; “Ne ji xwîna şehîdan ba belkî me ev roj nedîtibana, ji ber vê em careke din bejna xwe li ber şehînên xwe ditewînin û emê bê navber li ser rêça wan bimeşin.”
‘PKK NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’
Her wiha li ser navê penaberên Rojhilatê Kurdistanê ya binarê Qendîlê Mazlûm Egîd derkete ser dikê û peyama malbatên penaber xwend. Di peyamê de wiha hate gotin; “Di serî em afrînerê vê şoreşê Rêber APO silav dikin û pîroz dikin, her wiha em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Têkoşîna PKK têkoşîneke dîrokî ye, îro jî bûye mezintirîn tevgara siyasî û civakî di hemû herêmê de. Her wiha îro tevgera azadiyê bûye navnîşana çaraseriyê ji bo Rojhelata Navîn û hemû cîhanê. Zilm û zora neyaran bi felsefe û ramanê Kemalan, Mazlûman, Xeyriyan, Zîlanan, Bêrîvanan û Viyanan bi bin ketiye û hatiye şikandin. Îro felsefeya Apoyî her roj ber bi serkeftinê diçe û bi riya şehîdan her kes ji xewa mirinê şiyar bûye.”
Piştî peyama penaberên Rojhilatê Kurdistanê ya binarê Qendîlê hunermend Hemîd Mistafa derkete ser dîkê û bi stranên xwe dilê gel geş kir. Her wiha bav û xwişka du şehîdên bira Sîpan û Çekdar derketin ser dikê peyam û helbest xwedin.
Piştî peyaman malbatên şehîdan, koma muzîkê ya bajarê Ranya tevî hozanê herêmî Darewan Caf derket ser dikê û stran gotin.
Di şahiya 27’ê Mijdarê 35. Salvegera damezrandina PKK’ê de her wiha gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Kemal Pîr, Mihemed Xeyîrî Durmuş û Zeyneb Kinacî hatin xwendin. Girseyê bênavber di şahiyê de sloganên “Bijî Rêber Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bican bixwîn em bi te re ne ey serok” qîr kirin. Di şahiyê de berxwedana YPG’ê hate silav kirin û piştgirî dan Şoreşa Rojava.
Şahî bi avêtina slogan û gerandina govendê bidawî bû.