Li Qeledizê 43 hezar îmze ji bo Ocalan hatin berhev kirin
Li Qeledizê 43 hezar îmze ji bo Ocalan hatin berhev kirin
Li Qeledizê 43 hezar îmze ji bo Ocalan hatin berhev kirin
Li navçeya Qelediz ya di çarçoveya kampanya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî hatiye destpêkirin 43 hezar îmze hatin berhev kirin.
Li navçeya Qeledizê ya ser bi Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ve di çarçoveya kampanya îmzeyan ku li qada navnetewî dihate birêve birin, li Başûrê Kurdistanê jî di pêşengtiya Hemwelatiyên Azad, Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK), Ciwanên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ve serê meha Gulanê hatibû destpêkirin.
Rêxistinên navborî îmzeyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan komkirine bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê diyar kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Hemwelatiyên Azad , PÇDK, RJAK, û Ciwanên Welatparêzên Başurê Kurdistanê ve hat çêkirin û ji aliyê Şêx Mehemed Bestê ve hate xwendin, hate diyarkirin ku, “Encama ku me dixwest em gihiştinê. Heta niha me 43 hezar îmze komkirine. Heya niha cihê ku em ne gihayînê jî em dê xwe bigihîninê û îmzeyan kombikin.”
Piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê helbesta ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî nivisandin ji aliyê Şêx Mehemed ve hat xwedin. Di dawiyê de ji aliyê endamê komîteyê Agir Colemêrg ve encamên kampanya îmzeyan hat eşkere kirin.
Daxuyanî bi slogenên bijî “Serok Apo” bi dawî bû.