Li Qaxizmanê nobeta li Konê Çareseriyê didome

Li Qaxizmanê nobeta li Konê Çareseriyê didome

Nobeta li Konê Çareseriya Demokratîk ê ji bo şopandina meşa demokratîk a gêrîlayên HPG'ê û pêvajoyê li Navçeya Kaxizmanê hat vedan bi dorveger berdewam dike.

Ji bo şopandina meşa demokratîk a gêrîlayên HPG'ê û pêvajoyê li Navçeya Kaxizmanê ya Qersê Konê Çareseriya Demokratîk hatiye vedan. Konê çareseriya demokratîk bi dorveger berdewam dike û bi girseyî tê ziyaretkirin.

Koma endamên BDP'ê ya Erexan û Goleya Erdexanê nobeta xwe dewri koma BDP'ê ya QerSê kir. Gelek endam û rêveberên BDP'a Qersê û navçeya navendî ya Qersê tevlî nobetê bûn. Di guhertina nobetê de Serokê BDP'a Qersê Turgut Taşkiran diyar kir ku, ew vê nobeta bi rûmet dewrî hevalên xwe dikin û dê nobeta wan a ji bo aştiyê bi rêk û pêk berdewam bike.

Piştî dewirgirtina nobetê şahiyê bi muzîk û bernameyên cuda berdewam kir.