Li Qaqizmanê operasyon, li herêmên gerîla jî firînên keşfê

Li Qaqizmanê operasyon, li herêmên gerîla jî firînên keşfê

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê (NÇR-HPG) da xuyakirin ku li navçeya Qers Qaqizmanê artêşa Tirk derketiye operasyonê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî, balafirên keşfê firiyane.

NÇR-HPG der heqê operasyona li Qaqizmanê de agahî da û got, "Di 12'ê Tîrmehê de li qada Tepê Zerdeş ê navbera gundên Mistafye û Xetesor ên navçeya Qers Qaqizmanê, artêşa Tirk a dagirker derketiye operasyonê. Di operasyonê de bi wesaîtên sivîl, herêm hatiye şopandin û keşif hatiye kirin. Operasyon di heman rojê de bi dawî bûye."

NÇR-HPG  diyar kir ku di 10, 11 û 12'ê Tîrmehê de jî balafirên keşfê yên artêşa Tirk di saetên cûda de li ser sînorê Garê û Qendîl, Metîna, Zap û Heftanîn ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane.