Li Qamişloyê Navenda Ciwanan a Leyla Şaylemez hate vekirin
Li Qamişloyê Navenda Ciwanan a Leyla Şaylemez hate vekirin
Li Qamişloyê Navenda Ciwanan a Leyla Şaylemez hate vekirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ser navê Leyla Şaylemez ku li Parîsê li gel yek ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan hatibû qetilkirin, navenda ciwanan vekir.
Navenda Ciwanan a Leyla Şaylemez, li Taxa Kornîş a Qamişloyê bi beşdariya sedan ciwanan hate vekirin. Di merasîma vekirinê ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Cîgirê Seroka Meclisa Gel a Qamişloyê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û got: “Vekirina vê navendê nîşan dide ka gelê kurd çiqas bi şehîdên xwe ve girêdayî ye.”
Sarûxan, bal kişand ser koçberiya ciwanan a ji Rojavayê Kurdistanê û bang li hemû ciwanan kir ku vegerin welatê xwe û di eniya parastinê de cîh bigirin.
Di merasîmê de Serokê Meclisa Gel a Taxa Kornîş Elî Sedûn û Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Amed Elî jî axivîn vekirina navendê pîroz kirin.
Piştî axaftinan navenda ciwanan ji aliyê dayikên aşitiyê ve hate vekirin.