Li Qamişlo wesayîtek hate teqandin
Li Qamişlo wesayîtek hate teqandin
Li Qamişlo wesayîtek hate teqandin
Li taxa Kornîş a Qamişlo wesaîtik markeya Toyota hate teqandin. Di encamê de 4 welatiyên sivîl ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Hêzên Asayîşê ku di dema teqînê de çûn cihê bûyerê, dan zanîn ku teqîn ji ber bombeyek ku di bin kursiya ajokar de hatibû bicih kirin pêk hatiye. Hêzên Asayîşê diyar kirin ku ajokarê bi navê Hewaş Evdela, her wiha li kêleka ajokar ciwanek bi navê Rakan Evedela hebû. Hate hînbûn ku Rakan Evdela dibe kurê yek ji berpirsyarên çekdarên alîgirên rêjîma Baas Elmuqeneyîn (rû girtî) ye. Her wiha du keçên ciwan jî li gel wan di wesayîtê de bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê û hate gotin ku rewşa wan xetere.
Hêzên Asayîşê diyar kirin ku di wesayîtê de laptopek û Qilêş hate dîtin.