Li Qamişlo ji bo azadiya Ocalan 60 hezar îmze
Li Qamişlo ji bo azadiya Ocalan 60 hezar îmze
Li Qamişlo ji bo azadiya Ocalan 60 hezar îmze
Komîta Piştgiriya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li bajarê Qamişlo berhevkirina îmzeyan didomîne û bi daxuyaniyekê diyar kir ku di deh rojên despêkê de (60760) kesan ji bo azadiya Birêz Ocalan îmzeyên xwe avêtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Demeke dirêj e gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe Abdulah Ocalan têdikoşe û hemû derfetên xwe bi kar anîne. Ev têkoşîn gihîştiye asteke veger jê nîne. Birêz Ocalan bi tekoşîn û hewildanê xwe ji bo pirsgirêkên Kurdistanê her wiha rojhilata navîn bûye kilîta çareseriyê. Ji bo pêşeroja herêma me ronî be, hemû derfetê ji dest hat ji bo aşîtiyeke bi rûmet, pêvajoya rizgarkirina demokratîk dest nîşan kir û bi hêza xwe ya afrîner gavên dîrokî avêtine. Bi fedekariyeke mezin û biryareke wêrek, dengê çekan birî û tekoşîna azadî û demokratîk ya gelan bilind kir.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate dest nîşan kirin: “Ji bo ku birêz Ocalan di vê dema dîrokî de bikare bi erka xwe rabe û pêvajoya rizgariya demokratîk bi rê ve bibe, pêwîst e were azadkirin û hemû derfetên xebata siyasî pêşî lê ve bû ku bikaribe têkoşîna demokratîk û ev pêvajo bighêje encamekî Lewra em tevlî kampaniya Piştgiriya İnsiyatîfa Navnetewî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûn.”
Daxuyaniyê wiha dom kir: “Kampaniya me ya ku ji 22’ê Gulan 2013’an de destpê kiribû di deh rojên destpêkê de ji aliyê (60760) kesan ve ku ji hemû pêkhateyên bajarê Qamişlo pêk tê, Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û hejmarek ji kesayetên siyasî, nunerên civakî û rêxistinên civaka sivîl di nav de îmzeyên xwe ji bo azadiya Birêz Ocalan avêtin. Ev kampaniya berhevkirina îmzeyan hîn bi coşeke mezin dewam dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek komîta amadekar hemû rêxistin û saziyên civakê ku têklîdariyeke mezin dane vê kampaniya ji dil û can fedekariya wan silav dikin. Banga me ji hemû mirovên azadîxwaz re ye ku îmzeya xwe ji bo azadiya Birêz Ocalan bidin.