Li Qamişlo êrîşên li dijî Efrînê hatin şermezar kirin

Li Qamişlo êrîşên li dijî Efrînê hatin şermezar kirin

Li Qamişlo Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) di bin navê,"Ambargoya ser Efrînê bi dawî bikin", meşek lidar xist. Bi sedan ciwanên tevgera ciwanên şoreşger jî tevlî meşê bûn.

Meşa ciwanan ji pêşiya Mizgifta Qasimo ya li taxa Xerbî ya Qamişlo bi siloganên "Biji berxwedana gelê Efrînê”, “bijî yekîtiya Kurdan”, “bijî berxwewdanan YPG” û “bi hev re em  ambargoya ser Efrinê bişkînin" destpê kir.

Meşvan heta meydan Osman Sebrî meşiyan. Li vir endamê Kordînsiyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Hemza Tolhildan axivî û diyar kir ku, armanca komên çekdar ewe ku azadiya gelê Kurd di herêmên de bin pê bikin.

Tolihilan wiha dewam kir:" Baweriya  me bi ciwanên Kurd heye ku bi yek destî, yek ramanî ji bo parastina herêmên xwe têbikoşin, parastina gelê Kurd ne erkê (YPG), bi tenê ye, erkê tvahî gelê Kurd e, û bi taybet ciwana ne."