Li Qamişlo di salekê de 75 dozên tundiya li dijî jinan pêk hatine

Li Qamişlo di salekê de 75 dozên tundiya li dijî jinan pêk hatine

Çavkaniyên Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan (NZPJ) û Hêzên Asayîşa Jinan li bajarê Qamişlo diyar kirin di salekê de 75 dozên derbarê tundiya li hember jinan ji aliyên wan ve hatine şopandin.

Navenda Zanist  Perwerdeya Jinan(NZPJ)  û Hêzên Asayîşa Jinan li bajarê Qamşilo pirsgirêk û aîrşeyên jinan dişopînin û  bi rêya komîtêyn têkildar çareser dikin. Çavkaniyên herdu saziyan diyar kirin ku di salekê de 75 dozên derbarê tundiya li hember jinan ji aliyê wan ve hatine şopandin.

Rayedarên NZPJ'ê li bajarê Qamişlo dane zanîn ku wan di salekê de 27 dozên derbarê tundiya  li hember jinan şopandine û çareser kirine. Rayedaran  dane zanîn ku piraniya dozan ên gef, lêdan û destdirêjiyê li hember jinan e.

Endama Komîteya Têkiliyan ya NZPJ'ê li Qamişlo Hêlîn Mihemed da zanîn ku jin di malan de û li cihên kar ji aliyê hevser, bav û birayan ve tê çewisandin. Hêlîn Mihemed Doza zaroka 7 salî ku ji aliyê mêrekî ve destdirêjî lê hatibû kirin û Doza Jina bi navê Şêrîn ku 10 salan ji aliyê hevserê xwe ve rastî lêdanê hat jî bibîr xist û da zanîn ku ew dozên derbarê tundiya li hember jinan bi alîkariya Komîteya Lihevhatinê, Dadgeha Gel û Hêzên Asayîşê çareser dikin.

Ji rêvebirên Hêzên Asayîşa Jinan a Qamişlo Rehşan Umer jî da zanîn ku wan di sala derbasbûyî de 48 dozên derbarê tundiya li ser jinan şopandine. Ji wan 27 dozên lêdanê, 4 dozên destdirêjiyê, 5 dozên kuştinê û 12 dozên bazirganiya jinan e.

Rehşan Umer diyar kir ku ew destpêkê aliyê gunehbar digrin û piştre lêpirsîna dozê ji bo NZPJ'ê û Dadgeha Gel