Li Qamişlo 17 gêrîla hatin bibîr anîn

Li Qamişlo 17 gêrîla hatin bibîr anîn

Li Qamişlo Saziya Malbatên Şehîdan ji bo 17 gerîlayên HPG’ê ku di têkoşîna azadiyê de di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anîn.

Merasima bîranînê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi şîara "Şehîdên azadiyê pêşengên avakirina civaka mirovahiya azad in" hate lidarxistin.Merasima ku malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û girseyek qelebalix tevlî bûn, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di Merasimê de Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Heqî Yûsif, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Selîm Mihemed û Endamê PartiyaYekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Remo axivîn û diyar kirin ku, pêngavên ku li Rojava hatine avêtin û destkeftiyên hatine bidest xistin di encama têkoşîna "şehidan" de çêbûne û nîşana girêdana bi bîranîna wan re ye.

Di merasima bîranînê de kurte jiyana 17 gerîlayan ji hêla malabtan ve hate xwendin. Her wiha şervanê YPG'ê Yasir Feremez jî di çilrojiya ku jiyana xwe ji dest dayî de hate bibîr anîn.