Li Pîrsûsê serdegirtina malan: 4 binçavkirin

Li Pîrsûsê serdegirtina malan: 4 binçavkirin

Li navçeya Riha Pîrsûsê polêsên Tirk îro avêtin ser gelek malan û 4 kes kirin binçavan.

Li navçeya Riha Pîrsûsê, îro danê sibê tîmên taybet ên polêsên Tirk avêtin ser gelek malan. Cemîle Şahîn, hevserê wê Halîl Şahîn, Şahîn Şahîn û Enver Bulbul ji malê xwe hatin ragirtin û hatin binçavkirin.

Fikar tên kirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Sedema serdegirtina malan jî nehat zanîn.

Li gorî agahiyan, kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Rihayê.