Li Pirsûsê beriya meşê derabeyên dikanan nehatin vekirin
Li Pirsûsê beriya meşê derabeyên dikanan nehatin vekirin
Li Pirsûsê beriya meşê derabeyên dikanan nehatin vekirin

Beriya meşa li xeta sînor a Pirsûs-Kobanê ku nobeda berxwedanê bi rojane lê berdewam dike, dê pêk bê esnafan dikanên xwe venekir. Meşa ku dê ji Dewşen û Etmanîk destpê bike tê payîn ku bi hezaran kes tevlî bibin.
Li sînorê Kobanê ya navçeya Pirsûs nobeta berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê di roja 14’emîn de didome. Nobete berxwedanê ya hezaran kesî ya ji gundê Siwêdê û heta gundê Alîzêr didome, berdewam dike. Girseyê heta sibehê agir pêxist û raneza.
Mîtînga ku dihat plankirin ji aliyê DBP’ê ve li Pirsûsê pêk hat betalkirin û her kes dê biherike gundê Dewşen û Etmanîk ya ku nobet lê didome. Girse dê ji vir dest bi meşê bike û piştre li nokteyek hevpar bên cem hev. Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek dê li vir daxuyaniyek bide.
ESNAFAN DERABE VENEKIR
Li navçeyê bi armanca piştgiriyê bidin meşa ku ji çar aliyê ve pêk tê esnafan derabe venekir. Ji bilî dermanxane û nanpêjan darabe nehatin vekirin. Dîsa li rêya Dewşen û Etmanîk polîs û leşkeran tedbîrê ewlehiyê girt.

