Li Pirsûsê 2 li Silopiyê kesek hatin binçavkirin

Li Pirsûsê 2 li Silopiyê kesek hatin binçavkirin

Li navçeya Riha Pirsûsê, ji pênc kesên hatin binçavkirin 2 jê serbest hatin berdan, lê belê 2 kesên din hatin binçavkirin. Li navçeya Şirnex Silopiyê jî kesek hat binçavkirin.

Li navçeya Riha Pirsûsê, roja Yekşemê Cemîle û Hevsera wê Xelîl Şahîn, Şahîn Şahîn, Kadîr Elmascan û Enver Bulbul di encama serdestgirtina malên xwe de hatin binçavkirin, êvara heman rojê Cemîle û Xelîl Şahîn hatin berdan. Lê belê vê carê jî Cemîle Şahîn û Hevserê wê Mehmet Şahîn di serdegirtina malên wan de hatin binçavkirin. Tê payîn parêzer bi binçavkiriyan re hevdîtinê bikin.

Li navçeya Şirnex Silopiyê jî, doh êvarê polêsan avêtin ser maleke li taxa Ofîsê. Di serdegirtinê de welatiyê bi navê Raûf Ceyaş hat binçavkirin. Der heqê sedema binçavkirinê de agahî nehat bi dest xistin, lê belê hat hînbûn ku Ceyaş li Muduriyeta Emniyetê ya Silopiyê tê ragirtin.