Li Perû gorên komî yên ji şerê navxweyî mayî hatin dîtin

Li Perûyê ku di şerê navxweyî de zêdeyî 15 hezar mirov winda bûn û weke welatekî gorên komî tê naskirin, 5 gorên cuda yên bi dehan mirov lê hatin binaxkirin, hatin dîtin.

Li Perûyê ku di şerê navxweyî de zêdeyî 15 hezar mirov winda bûn û weke welatekî gorên komî tê naskirin, 5 gorên cuda yên bi dehan mirov lê hatin binaxkirin, hatin dîtin.

Di daxuyaniya Wezareta Cemaweriyê ya Perû de hat ragihandin ku li heêma Chûngûî ya li başûrrojhilatê welêt, 5 çalên cuda yên gelek kes lê hatine binaxkirin, hatine dîtin. Hat diyarkirin ku yek ji çalên li gundê Oronccoy hatiye dîtin gora komî ye û tevî çalên din dibe ku hestiyên 60 kesan bên dîtin.

Hestiyên di van çalan de û hînê nehatine derxistin, tê texmînkirin ku yên 60 kesên di sala 1985'an de hatine qetilkirin. Li gorî agahiyan di Çileya 1985'an de di navbera gerîlayên Rêya Ronî û hêza polîsên taybet Sînchîs de li herêmê şer derketiye û ev kes ji aliyê Sînchîs ve hatine qetilkirin.

Wezaretê da zanîn ku ji ber zor û zehmetiyên xwegihandina gora komî, ew ê hestiyan piştî 28'ê Tebaxê derxînin.

Li Perû, şerê di navbera gerîlayên Rêya Ronî ya bi lîderiya Abîmael Gûzman ê ji sala 1992'an û vir ve di girtîgehê de ye û artêşa Perûyê de, di navbera salên 1980-2000'î de dewam kiribû. Di dema vî şerê navxweyî de ku 70 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 15 hezar kes jî winda bûbûn.

Di encama xebatên komîsyona Lêkolîna Rastiyan û Lihevkirinê ya piştî şerê navxweyî hat avakirin de, derketibû holê ku li welêt bi qasî 4 hezar gorên komî hene. Çend hefte beriya niha, hestiyên 60 kesên di goreke komî ya di sala 2013'an de hatibû dîtin hatin derxistin û piştî tespîta nasnameyê, radestî malbatan hatibûn kirin.