Li peravên Tûnisê cenazeyê 27 penaberan hat dîtin
Berdevkê Saziya Parastina Sivîl a Tûnisê Monjî El Qadî diyar kir ku ji penaberên Afrîkayê gihiştine herî kêm 27 cenazeyan.
Berdevkê Saziya Parastina Sivîl a Tûnisê Monjî El Qadî diyar kir ku ji penaberên Afrîkayê gihiştine herî kêm 27 cenazeyan.
Berdevkê Saziya Parastina Sivîl a Tûnisê Monjî El Qadî diyar kir ku ji penaberên Afrîkayê gihiştine herî kêm 27 cenazeyan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji 3’ê Tîrmehê ve piraniya wan li peravên Ben Gerdan û yên din li Zarzîs cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin.”
Li gor daneyên Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di sala 2014’an de ji 219 penaberên xwestin Derya Spî derbas bikin, 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da. UNHCR, diyar kir ku Derya Spî bûye ‘Rêya herî kujer a cîhanê’.
Ji serê vê salê heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ku gihişt 2 hezarî, meha Nîsanê di keştiya noqî avê bû 750 kesî jiyana xwe ji dest dabû.