Li peravên Îtalyayê di nava rojekê de 2 hezar penaber hatin rizgarkirin

Di rêwîtiya ber bi Îtalyayê de herikîna penaberan dewam dike. Di operasyonên yekîneyên ewlekariyê yên Îtalyayê bi welatên Ewropayê re dimeşîne de 2 hezar penaber hatin rizgarkirin.

Di rêwîtiya ber bi Îtalyayê de ku di nava meha dawî de bi qasî 2 hezar penaberî jiyana xwe ji dest dan, herikîna penaberan dewam dike. Di operasyonên yekîneyên ewlekariyê yên Îtalyayê bi welatên Ewropayê re dimeşîne de 2 hezar penaber hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di operasyonên Polîsê Malî û Gumruka Îtalyayê de bi qasî 900 penaber hatine rizgarkirin. Penaber, li ser bangekê 30 mîl dûrî peravên Lîbyyaê ji aliyê polîsên Îtalî ve hatin rizgarkirin.

Yekîneyên ewlekariya peravî ya Îtalyayê jî bi qasî 100 penaber li peravên Lampedûsayê ji xeniqînê rizgar kirin. 154 penaberên din ên li Derya Spî asê mabûn jî, ji aliyê keştiyeke bazirganiyê ve hatin rizgarkirin.

Di operasyona hêza deryayî ya Elman a li Derya Spî wezîfeyê dike de bi qasî 200 penaber hatin rizgarkirin.

Herikîna penaberan ber bi Îtalyayê ve, bi taybetî bi germîna hewayê re zêde bû. Di operasyonên roja Çarşemê de bi qasî hezar 100 penaber hatibûn rizgarkirin.

Hêjayî gotinê ye, par 170 hezar penaber hatibûn îtalyayê. Îsal jî di 4 mehên destpêkê de ev hejmar gihîştiye 60 hezarî.