Li Payîzava êrîşa Lîce û girtina TV Kurdî hate şermezar kirin

Li Payîzava êrîşa Lîce û girtina TV Kurdî hate şermezar kirin

Rêxistina BDP'ê ya Payîzava ya Wanê êrîşa li dijî gelê Hezanê yê Lîceya Amedê û biryara rawestandina lîsansa Nûçe TV, MMC û Roj TV şermezar bike çalakî pêk anîn.

Li navçeya Payîzava ya Wanê, BDP'a Pazîyavayê bi boneya êrîşên li ser gelê Kurd pêk tên şermezar bike daxuyanî da. BDP'a Payîzava li qada Navçeyê daxuyanî da û êrîşa leşkeran a li dijî welatiyên Hezanê ku Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û herî kêm 8 welatî jî birîndar bûn û biryara dadgeha Kopenhangê ya Danîmarka ya derbarê rawestandina lîsansa Nûçe TV, MMC û Roj TV de şermezar kir.

Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê û gelek welatî amade bûn. Rêveberê BDP'ê yê Payîzava Mehmet Tunç, daxuyanî da xwest hikûmet pêngava ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtiye li ber çavan bigire û vê firsendê binirxîne. Tunç xwest berpirsyarê Liceyê bi lezgîn bên darizandin û xwest biryara derbarê televîzyonên kurdan de jî paşve bên girtin. Tunç biryarên derbarê televîzyonên Kurd de şermezar kir û da zanîn ku, kes nikare dengê wan qut bike.