Li Parlamenta Federal a Swîsreyê piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê

Li Parlamenta Federal a Swîsreyê piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê

Parlamenta Federal a Swîsreyê, pêşniyarbiryara Parlamentê SP Beat Jans qebûl kir û biryar da ku eger herdu alî bixwzin, ew dikarin yekser cihê xwe di pêvajoya "çareseriya demokratîk" a ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin, bigire.

Parlamenta Federal a Swîsreyê, pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin bi awayekî fermî xist rojeva xwe û biryar da ku eger herdu alî bixwazin ew dikarin tevlî pêvajoyê bibe.

Parlamenterê SP yê Parlamenta Federal Beat Jans di pêşniyarbiryara xwe ya bi sernavê "Xurtkirin û destekkirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê" de hat bibîr xistin, ku li Swîsreyê nêzî 60 hezar Kurd dijîn û pirraniya van ji ber sedemên siyasî hatine welatê wan. Jans da xuyakirin ku ji ber şerê bi salan bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku ji ber mafê siyasetê yê li qada demokratîk ji Kurdan re nehatiye naskirin, Kurdan çek hilgirtine. Jans ragihand ku li gel destpêkirina pêvajoya aştiyê jî hînê Parlamenterê, Şaredar, endamên Meclîsa Şaredariyan û bi hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de tên ragirtin.

Jans di pêşniyarbiryarê de diyar kir ku hevdîtina navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hukûmetê dewam dike û herî zêde jî mexdûrên vî şerî gelê Kurd girîngiyê dide van danûstandinan. Jans da xuyakirin ku Kurd vê pêvajoyê weke şenseke dîrokî dibîne û destnîşan kir ku statuya Kurd dixwazin, li gorî statuya Federal a Swîsreyê ye, lewma ew weke dewleta Swîsreyê dikarin feydeyeke mezin bidin pêvajoyê.

Jans piştî nirxandina xwe ya li ser pêşniyarbiryarê ji Parlamenta Federal xwest bersivê bide van hersê pirsan:

1 - Weke Parlamenta Federal hûn pêvajoya aştiyê bi awayekî fermî destek dikin û pêvajoyê silav dikin an na?

2 - Ji bilî piştgirîdayîna pêvajoyê, ti derfetên we hene ku pêşkêşî hukûmeta Tirk bikin da ku pêvajo mayînde bibe?

3 - Derfetên we hene, ku hûn ezmûnên me yên li ser bineyatiya pir zimanî û federal a welêt, ji hukûmeta Tirk re ragihînin?

Pêşniyarbiryara Parlamenterê SP yê Parlamenta Federal Beat Jans hat qebûlkirin û parlamentê ev biryar stend:

1 - Parlamenta Federal, hevdîtinên bi Ocalan re û gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi hêviya çareseriyê silav dike.

2 - Swîsre welatekî xwedî li mafên mirovan derdikeve, ku dixwaze li her cihê şer ê cîhanê, aştî serdest bibe. Em amade ne ji bo rêveçûna pêvajoya li Tirkiyê derfetên xwe û ezmûnên xwe parve bikin.

3 - Tirkiye di nava amadekariya destûreke nû ya bingehîn de ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em di haya girîngiya vê destûra bingehîn de ne. Daxwaza Kurdan a ji bo Mafê Perwerdeya Zimanê Dayikê û hwd. li gorî destûra me ya bingehîn e. Weke Swîsreyê em amade ne, li ser daxwaza herdu aliyan tevlî pêvajoyê bibin û ezmûnên xwe parve bikin.