Li Parîsê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Li Parîsê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Li Parîsê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Li Parîsê çalakiya "Em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Bi armanca eşkerekirina kujerên sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, mîna her Çarşemê îro jî meşek hat lidarxistin.
Meşê saet di 14:00'an de li ber Akademiya Çanda Kurdistanê destpê kir û li gel wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Meş li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi dawî bû. Li vê derê deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên li vê derê de hat xwestin ku komkujî bê ronîkirin. Çalakî li dora saet 15:00'an bi dawî bû.