Li Parîsê çalakiya "em edaletê dixwazin"
Li Parîsê çalakiya "em edaletê dixwazin"
Li Parîsê çalakiya "em edaletê dixwazin"
Ji bo eşkerekirina kujerên yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li Parîsê çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Di çalakiya îro de silav li Berxwedana Parqa Gezî hat kirin.
Çalakiya ji bo ronîkirina kujerên hersê siyasetmedarên jin ên Kurd, her çarşem li Parîsê tê lidarxistin, îro jî bi beşdariya komek ji Kurdistaniyan pêk hat.
Çalakî saet di 14.00 de bi meşeke li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê destpê kir. Meş li ber avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê veguherî mîtîngê.
Di çalakiya îro de silav li berxwedana Parqa Gezî hat kirin. Jinên endamên Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî piştgirî dan çalakiyê û bang li rayedarên Fransî hat kirin ku tavilê komkujiyê ronî bikin.