Li Pakîstanê nêzî 300 zarok rastî îstîsmara cinsî hatin
Derket holê ku li gundekî Pakîstanê nêzî 300 zarok ji sala 2007’an ve rastî îstîsmara cinsî tên.
Derket holê ku li gundekî Pakîstanê nêzî 300 zarok ji sala 2007’an ve rastî îstîsmara cinsî tên.
Derket holê ku li gundekî Pakîstanê nêzî 300 zarok ji sala 2007’an ve rastî îstîsmara cinsî tên.
Nûnerê malbatên mexdûr Latîf Ahmed Sara got ku herî 280 zarokên piraniya wan di bin temenê 14 salî de ne ji sala 20O7’an ve di dîmenên vîdeo yên tên kişandin de cih digirin.
Ev hovîtiya li gundê Huseyîn Hanvala a li başûrê rojavayê Lahor ê duyemîn bajarê mezin ê welêt e pêk hat, ji aliyê zilamên ji heman gundî hatiye kirin.
Zarokên ku ji aliyê zilamek an jî gelek zilam ve rastî tecawizê hatine dîmenên wan tên kişandin û wek şantaj li hember malbatan tên bikaranîn. Hat ragihandin ku bi giştî 25 kes tevlî sûcê li hember zarokan bûne.