Li Pakîstanê hejmara mirovên ji ber lehiya jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe. Ji ber lehiya li bakurrjoava û herêma Keşmîrê ya welêt zêdeyî 60 kesî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha alîkarî nikare ji hin herêman re bê dayîn.
Li eyaleta Hayber-Pahtûnhva, herî kêm 51 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan xanî li ber avê ketin. Çavkaniyên fermî dan xuyakirin, ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, ew nikarin ekîbên alîkariya destpêkê bişînin hin gundan.
Ji berdevkên otorîteya alîkariya lezgîn Latîfûr Rahman diyar kir, 3 navçeyên li qada çiyayî ya li bakurê eyaletê, ji alîkariyê bêpar mane. Rahman da zanîn, helîkopter jî nikarin xwe bigihînin van herêman û herî kêm 180 xanî li van deran hilweşiya ne.
Li gorî agahiyan, hin nexweşaneyên li abjarên biçûk ên li herêmê, têra dermankirina birîndaran nakin.
Li beşa Keşmîrê ya di bin kontrola rêveberiya Pakîstanê de ye, ji ber lehiyê erd şemitî û xisareke mezin lê der bû. Tê texmînkirin herî kêm 10 kesan li vir jiyana xwe ji dest dane û li geliyê Neelûmê jî ji ber şemitîna erdê bi hezaran kes asê man e.