Li oteleke Kabîlê êrîşa çekdarî: 11 kes mirin

Li paytexta Afganîstan Kabîlê, li otela Park Palace êrîşeke çekdarî rû da.

Li paytexta Afganîstan Kabîlê, li otela Park Palace êrîşeke çekdarî rû da. Polîsê Kabîlê ragihand ku di êrîşa ji aliyê du kesan ve hatiye kirin de 11 kes mirine. Berpirsyariya êrîşê Talîbanê girt ser milê xwe.

Midûrê Emniyetê yê Kabîlê Abdul Rahman Rahîmî daxuyanî da rojnamevanan û got, "Ji otela Park Palace ya li herêma Kolûlepoşte dengê çekan hat bihîstin. Hêzên ewlekariyê yên hatin herêmê, li mêvanxaneyê dest bi operasyonê kirin. Hemû ode hatin kontrolkirin. Hat dîtin ku hin kesan bi çekan êrîşî mêvanxaneyê kirine."

Rahîmî diyar kir ku der heqê nasnameya kesên di bûyerê de mirine agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin. Hin çavkanî diyar dikin ku ji yên mirine 5 DYA'yî, 2 Hîndî û yek jî Afgan e.

Rahîmî da zanîn ku operasyona ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat destpêkirin 6 saetan dewam kiriye û anî ziman ku li ber devê otelê êrîşeke bombeyî yan jî xwekujî nehatiye kirin, êrîş di nava otelê bi xwe de hatiye kirin.

Rahîmî da xuyakirin ku êrîşkarekî li hemberî hêzên ewlekariyê şer hatiy kuştin û 54 kesên dîl hatin girtin ji aliyê hêzên Afgan ve hatine rizgarkirin.

Ji bo herêmê gelek ambûlans hatin veguhastin.