Li Okmeydani ciwan û polîs bi hev ketin
Li Okmeydani ciwan û polîs bi hev ketin
Li Okmeydani ciwan û polîs bi hev ketin
Li Okmeydani ya Stenbolê, protestoya êrişên li Licê û Amedê, li destwerdana polîsan rast hat. Ciwanan jî li ser vê yekê bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan polîsan.
Li Okmeydani ya Stenbolê, komek ji ciwanan hatin cem hev û kuştina Medenî Yildirim ê 18 salî yê li Licê û êrişa polîsên Tirk ên li meşa "hukûmet gavan biavêje" ya li Amedê, şermezar kirin.
Ciwanên ku li dijî dijwariya leşker û polîsên Tirk meşiyan, li destwerdanê rast hatin.
Ciwanan bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan êrişa polîsan û pevçûn li kolanên herêmê dewam dikin.