Li Odessayê çalakiya Ciwanên Kurd

Li Odessayê çalakiya Ciwanên Kurd

Kurdistaniyên li bajarê Ûkrayna Odessa jiyan dikin bi hevkariya partiyên çep yê Ûraynî ji bo pişgiriyê bidin pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin û her wiha pişgiriyê bidin çalakiyê Taksîmê meşek li dar xistin. Di meşê parlementerê herêmî yê bajarê Odessa Aleksey Albû ji meşvanan re axaftinek kir û got: “tevgera Kurd çi dikeve ser milê wê dike lê heya niha dewleta Tirk ti gavên berçav navêtiye”

Kurdistaniyên ji bajarê Ûkraynayê Odassa jiyan dikin bi hevkariya tevgerê şoreşger yê çep Barotba, Laveya, Apazîtcsa û RKAS ji bo piştiriyê bidin û balê bikişînin ser pêvajoya ku ji hêla Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û çalakiyên ku li Taksîmê meşek li dar xistin.  Meşa ku ji hêla saziya ciwanên Kurd yê li Ûkraynayê jiyan dikin ve hat li dar xistin, Ciwanên ku li Meydana Sabornaya Plasadda hatin cem hev ji kolana herî xelabalix ya Derûbasûskaya heya pêlikên potemkî meşiyan. 

Piştî meşê parlementerê herêmî yê bajarê Odessa Aleksey Albû ji çalakvanan re axaftinek kir. Albû di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku ji hêla Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin û got: “paşvekişîna gerîla hêdî hêdî ber bi dawî ve diçe. Lê di vê pêvajoyê de heya niha dewleta Tirk ti gav navitine. Dewleta Tirk ji bo dilsoziya xwe eşkere bike pêwîste di demek Kurd de gavên pratîk bajêje. Ez hêvîdarim ku dê Kurd Kurdistana xweser ya demokratîk avabikin û di demek nêz de serokê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe.”

Di meşê de piştî axaftina Albû nûnerê tevgera RKAS’ê Borîs jî axaftinek kir. Borîs di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên ku li bajarê Tirkiyê Stanbolê berdewam dikin û got: “em çalakiyên li Taksîmê hatine despêkirin pir girîng dibînin. Ji ber vê yekê îro em li vir çalakiya pişgiriyê li dardixin. Ev çalakî çalakiya gele. Gel êdî mafê xwe dixwaze. Pêwîste pêşengiya çalakiyê ji ti hêzên din re neye berdan.”

Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên Taksîmê silogan hatin qîrîn her wiha di çalakiya meşê de ciwanên Kurd ala PKK û KCK bilin kirin. çalakî bi awayekê asayî bidawî bû.