Li Norbonê ji bo azadiya Ocalan bi sedan îmze hatin berhevkirin
Li Norbonê ji bo azadiya Ocalan bi sedan îmze hatin berhevkirin
Li Norbonê ji bo azadiya Ocalan bi sedan îmze hatin berhevkirin
Di çalakiya "Fete de l'Humanite" ya Partiya Komunîst a Fransayê li bajarê Norbonê lidar xist de, di çarçoveya kampanya ji Ocalan re azadî de îmze hatin berhevkirin.
Partiya Komunîst a Fransayê li bajarê Norbonê di navbera 7-9'ê Gulanê de çalakiya "Fete de L'Humanite" lidar xist. Partiyên çepgir û rêxistinên civakî yên sivîl jî bi konên xwe tevlî çalakiyê bûn û pirsgirêkên netewî navnetewî yên civakî, çandî û siyasî hatin nirxandin.
Di çalakiyê de Mala Kurdan a li bajarê Montperllierê jî amade bû. Mala Kurdan bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî ji gelê Kurd re statuya siyasî" konek veda û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhev kir.
Li kon her weha wêneyên sê siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin û dowîzên bi daxwaza eşkerekirina berpirsyaran hatin vekirin.
JI KONÊ KURDAN RE PÊWENDÎ
Konfederasyona Kar a Giştî (CGT) ku sendîkaya herî mezin a Fransayê ye, Serokê wê yê beê Bernand Thibaûlt çû serdana konê Mala Kurdan û mora xwe avêt binê kampanya azadî ji bo Ocalan.
Di vê çarçoveyê de bi sedan îmze hatin berhevkirin û beşdaran li ber daholê govend gerandin. Meclîsa gel a Montpellierê da xuyakirin ku wan heta niha nêzî 10 hezar îmze berhev kirine û wê çalakiyên xwe dewam bikin.