Li Nisêbînê meşa 'hikûmet gavê bavêje'
Li Nisêbînê meşa 'hikûmet gavê bavêje'
Li Nisêbînê meşa 'hikûmet gavê bavêje'
Li Nisêbînê di çarçoveya kampanyaya "Hikûmet gavê bavêje" meş hat lidarxistin û di meşê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çarçoveya kampanyaya BDP'ê ya "Hikûmet gavê bavêje" meşekî girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li Qada Newrozê hatin cem hev pêşmalkên nivîsa "Hikûmet gavê bavêje" li xwe kirin û govend girtin. Pişt re girse ber bi avahiya BDP’a Nisêbînê ve dest bi meşê kir.
Li ser kolana 27'ê Gulanê polîsan li pêşiya girseyê bi barîkatan girt û di navbera polîs û BDP'iyan de rageşiyekî kin çêbû. Piştî demekê polîs hatin vekişandin û girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan, Serokê me Ocalan", "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Rêheval Zîlan nemire" hatin qîr kirin. Di meşê de gelek pankratên weke "Hikûmet gavê bavêje", "Ji Rêber Apo re azadî" û "Di serî de girtiyên nexweş bila hemû girtî serbest bên berdan" hatin hilgirtin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin hilgirtin.
Piştî rêzgirtinê Serokê BDP’a Nisêbînê Abdulbarî Eren axivî û diyar kir ku, polîsan roja borî êrîş li meşa li Amedê kir û wiha got: "Weke tê zanîn ku, di Newrozê de Birêz Ocalan pêvajoyekî nû da destpêkirin. Birêz Ocalan got êdî divê çek bêndeng bibin û siyasete bê axivîn û dema vê yekê hatiye. Gelê Kurd girîngiyekî mezin da vê peyamê. Gelê Kurd li gorî vê peyamê gavan diavêje û çalakiyan li dar dixe. Pişt re KCK'ê agirbest îlan kir. Pişt re kesên dîl girtin serbest berdan. Herî dawî meşa çareseriyê destpê kir. BDP'ê li tax, gund, bajarok û navçeyan civînên piştgiriya pêvajoyê li dar xistin. Lê gelê Kurd li tax û kolanan bêbaweriya li hemberî hikûmetê anî ziman. Geşedanên dawî rastî jî me diltirs dike. Me jî kampanyaya 'hikûmet gavan bavêje' da dest pê kirin. Em li vir çareke din jî bang li AKP'ê dikin. Heke tu samîmî bi nîşan bide. Heke rastî jî samîmî be divê dest ji çêkirina qereqolan, girtina cerdevanan û operasyonan berbide. Gelê kurd di merheleya duyemîn de azadiya Birêz Ocalan dixwaze."
Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdîn Reşat Kaymaz jî diyar kir ku, Erdogan û rayedarên dewletê ji bo aştiyekî mayînde divê zelal bin û armanca meşa wan ji bo hikûmet gavê bavêje ye û wiha got: "Heke Erdogan samîmî be divê berê xwe bide daxwaz gelê Kurd. Gelê Kurd gav avêt. Niha dor a hikûmetê ye. Gelê Kurdistanê û Nisêbînê azadiya Birêz Ocalan dixwaze."
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.