Li Nisêbînê aqûbeta Demîr hate pirsîn
Li Nisêbînê aqûbeta Demîr hate pirsîn
Li Nisêbînê aqûbeta Demîr hate pirsîn
Li Nisêbînê di çalakiya Dayîkên Şemiyê de hate xwestin ku berpisyarên Qadir Demîr ê ku di sala 1994'an de li Girtîgeha Amedê di encama îşkenceyê de hatiye kuştin bên darizandin.
Dayîkên Şemiyê yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ber Parka Aştiyê hatin cem hev û aqûbeta windayan pirsî. Dayîkên Aştiyê, Hevseroka BDP'ê ya Nisêbînê Zînet Algan û gelek kesan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Qadir Demîr ê di sala 1994'an de di Girtîgeha Amedê de bi îşkenceyê hatiye kuştin hate pirsîn.
Hevjîna Demîr, Mecbûre Demîr ku çîroka windakirina hevjînê xwe vegot wiha axivî: "Hevjînê min di sala 1994'an de birin Girtîgeha Amedê. Piştî 2 salan di girtîgehê de ma, ji ber îşkenceyên giran jiyana xwe ji dest da. Li ser serê wî şopa 33 darbeyên copan hebûn. Em dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ez dixwazim bi lez berpirsyar bên darizandin û cezakirin."
Çalakî bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.