Li Nisêbînê 2 kes hatin girtin
Li Nisêbînê 2 kes hatin girtin
Li Nisêbînê 2 kes hatin girtin
Ji 6 kesên ku li Nisêbînê ji aliyê polîsên AKP’ê ve hatîn binçavkirin, 2 jê hatin girtin.
Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan û tîmên taybet ên AKP’ê 2 roj berê di ser gelek malan de girtibûn û 6 welatî biçavkiribûn. 6 kesên biribûn Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê ji 6 kesên hatin binçavkirin, 3 jê serbest hatin berdan û 3 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Dozgeriyê piştî îfadeya 3 kesan girt welatiyê bi navê Kamuran Yilmaz (22) serbest berda û welatiyê bi navê Hamza Kaya (18) û zarokê bi navê A.G.(16) jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyên 2 kesan guhdar kir, derbarê 2 kesan de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê.