Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Nîjeryayê keştiyek noqî binê avê bû: Zêdeyî 40 kes winda ne

Li bakurrojavayê Nîjeryayê, keştiyek li çemekî noqî binê avê bû, herî kêm 40 kes winda bûn.

Ajansa Neteweyî (NEMA) ku ji rewşên lezgîn berpirsyar e, diyar kir ku li bakurrojavayê Nîjeryayê li çemekî qezayeke keştiyê rû da û zêdeyî 40 kes winda bûn. Hate ragihandin ku karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.

Ajansê diyar ku ki eyaleta Sokotoyê, keştiya ku zêdeyî 50 kes dibir bazarekê, sibeha Yekşemê noqî binê avê bû.

NEMA'yê got, "Bi qasî 10 kes hatin rizgarkirin, lê belê zêdeyî 40 kes hîn winda ne."