Li Nîjeryayê êrîşa xwekujî: 7 mirî 31 birîndar

Li Nîjeryayê rêxistina terorê Boko Haram bi berdewamî keçikên ciwan dike qûrbanê çalakiyên xwekujiyê.

Li Nîjeryayê rêxistina terorê Boko Haram bi berdewamî keçikên ciwan dike qûrbanê çalakiyên xwekujiyê.

Li Nîjeryayê rêxistina terorê Boko Haram bi berdewamî keçikên ciwan dike qûrbanê çalakiyên xwekujiyê. Zaroka temenê wê 12 salî bû, li Stasyoneke Otobusê bajarê Damatûrû êrîşeke xwekujî pêk anî. Di encamê de 7 kes mirin û 31 kes birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku keçika biçûk teqemeniyan di bin çarşefa xwe de veşartibû û piştre teqandiye.