Li Nepalê hejmara miriyan 6.200’î derbas kir, 14 hezar birîndar hene

Di erdheja mezin a li Nepalê pêk hat hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 6.200’î derbas kir.

Li gor bîlançoya fermî ya roja Înê herî kêm 6.204 kesan jiyana xwe ji dest da.13.932 kes birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li welatê 28 mîlyon lê dijîn, 1,7 mîlyon zarok bi giştî 8 mîlyon kes ji erdhejê bandor bûne.

Erdheja bi pileya 7.8 a 25’ê Nîsanê rû da, ya herî kujer a 80 salên dawî ye.

Roja Pêncşemê yek jê zaroka 15 salî du kes di nav xirbeyan de bi saxî hatin derxistin.

Civaka navneteweyî ku lez da alîkariyan, bi sedan biyanî tevlî xebatên rizgarkirinê dibin.

Ekîbên ku alîkariyan koordîne dikin, diyar kirin tevî meşa 5 rojan jî hê ne gihiştine hin gundên ji erdhejê bandor bûne.

Neteweyên Yekbûyî banga alîkariya 415 mîlyon dolar kirin.