Li navenda navçeya Muksê gora komî hat dîtin
Li navenda navçeya Muksê gora komî hat dîtin
Li navenda navçeya Muksê gora komî hat dîtin
Li navenda navçeya Wan Muksê, goreke komî hat dîtin ku tê gotin cenazeyê 3 gerîlayên HPG'ê yên di şerekî sala 1997'an de jiyana xwe ji dest dane, tê de heye. Şahidê gora komî da xuyakirin ku li cenazeyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, êşkenceya derveyî mirovahiyê hatiye kirin.
Li navçeya Wan Muksê, li du cenazeyên gerîlayên 16 salin li mezra Kanî Sergîs li benda veşartinê ne, niha jî li navenda Muksê goreke komî derket holê ku tê gotin tê de cenazeyên 3 gerîlayên di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest dane, heye.
Li gorî nûçeya DÎHA'yê, şahid Nîhat Meşe yê di dema bûyerê de 12 salî bû ragihand ku di sala 1997'an de gerîlayan avêtin ser Qereqola Ûlûbeylî ya 20 kîlometre dûrî navenda navçeyê ne û di encama şerê li vê derê de 3 gerîlyana jiyana xwe ji dest dan. Meşe diyar kir ku leşkeran cenazeyê her sê gerîlayan li pişt maşîneke çandiniyê ya Şaredariya Muksê ve girê dane, li navenda navçeyê bi saetan kaş kirine û piştre bi dozerê li qiraxa rêyeke deveyî navenda sûkê, hatine binaxkirin.
Meşe da xuyakirin ku ji sala 1997'an û vir ve cenaze ji cihê hatine binaxkirin nehatine derxistin û got, "Ez xwendekarê dibistana seretayî bûm. Tevî ku zarok bûm jî, bûyer gelekî baş tê bîra min. Bûyer li pêşberî çavê şêniyên bajêr hat kirin. Bedenên mirî, li pişt maşîneke Şaredariyê hatin girêdan û bi saetan li navenda navçeyê hatin kaşkirin. Di warê wicdanî de ez gelekî ne rehet im."
Meşe da xuyakirin ku divê cenazeyên piştî êşkencê li qiraxa rê hatine binaxkirin, radestî malbatan bên kirin û banga berpirsyariyê li rayedaran kir.