Li navçeya Mexmûrê kampanya ji bo azadiya Ocalan
Li navçeya Mexmûrê kampanya ji bo azadiya Ocalan
Li navçeya Mexmûrê kampanya ji bo azadiya Ocalan
Li navçeya Mexmûr jî kampanyaya îmzeyan a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat despêkirin rastî eleqeyeke mezin hat.
Kampanyaya Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan ku pêl bi pêl li tevayî Başûrê Kurdistanê pêş dikeve li Qezaya Mexmûr jî dest pê kir û ji aliyê şêniyên Mexmûr ve rastî eleqeteke mezin hat. Kampanyaya îmzeyan ku îro dest pê kir û wê 3 rojan berdewam bike. Kampanya li bazara Mexmûr li ber deriyê Mizgefta Gewre bi vekirina standekê hat destpêkirin. Di serî de esnaf, niştecih, nûnerên partiyan û rayedarên qezayê piştgiriyeke mezin dan kampanyaya îmzeyan.
Her wiha ji şaxên partiyên weke PDK, YNK, Goran, Tevgera Îslamî û Partiya Komunîst nûner hatin serlêdana standa ku îmze lê tên komkirin piştgiriya xwe ji bo kampanyayê dan diyarkirin. Di heman demê de Qeymeqamê Qezaya Mexmûr Îbrahîm Şêxullah Îbrahîm jî piştgiriya xwe da nîşandan û îmzeya xwe avêt Kampanyaya Îmzeyan a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.