Li navçeya Basayê sercerdevan îstîfa kir
Li navçeya Basayê sercerdevan îstîfa kir
Li navçeya Basayê sercerdevan îstîfa kir
Li Gundê Dilopkê yê Navçeya Basa ya Şirnexê Sercerdevanê bi navê Hasan Ozer û birayê wî Êzdîn Ozer ji cerdevaniyê îstîfa kirin.
Li aliyekî li herêmê sîstema cerdevaniyê tê pêşxistin û hikûmet li welatiyan qadroyên cerdevaniyê pêş dixin, li aliyê din welatiyên ji ber zext û zordariyê bûn cerdevan yek bi yek îstîfa dikin. Li Gundê Dilopkê yê Navçeya Basa ya Şirnexê Sercerdevanê bi navê Hasan Ozer û birayê wî Êzdîn Ozer ji cerdevaniyê îstifa kir çek berda.
Hasan Ozer diyar kir ku, ji bo îstîfa bike 3 meh berê serî li Fermandariya Cendirmeyan a Basayê dabû, lê daxwaznameya wî di 6'ê Nisanê de hat qebûlkirin. Ozen da zanîn û ji ber li Colemêrgê jin jî kirin cerdevan û neheqiyên li ser wan zêde bûn wî û birayê xwe Êzdîn Ozer îstifa kirin. Ozen da zanîn ku, wan berê ji ber zextan û xizaniyê çeka cerdevaniyê rakiribûn û êdî piştî fam kirin û şûnde çi dibe bila bibe dê çeka cerdevaniyê ranekin.