Li Mûşê tevgera leşkerî

Li Mûşê tevgera leşkerî

Li navçeya Mûş Dêrxasê, hat ragihandin li herêmên Gaza Qulinga, Daristana Taûs û Germavê veguhestinê leşkerî tê kirin.

Hat ragihandin, li herêm3en Germav, Daristana Taûs û Gaza Qulinga yên ser bi navçeya Mûş Dêrxasê, veguhestina leşkerî û cerdevanan hatiye kirin. Hat hînbûn ku hejmareke zêde maşînên leşkerî ketine ser rêya herêmên mijara gotinê.

Wekî din hat gotin, 6 maşînên leşkerî û 3 wesaîtên sivîl çûn gundên Şênik Sêmal ên li Çiyayê Kurtik. Hat ragihandin ku li girê bilind ên leşker lê hatine veguhestin jî, leşker nobedê digirin.

Li bajarokê Kizilagaç ê ser bi Mûşê, li herêmên Çiyayê Kozme, Darbeye, Zengok, Geliyê Hİşk, Geliyê Bilûr, Badinek, Zovank û Şenyayla, helîkopter ji nizm difirin û li herêma Çiyayê Kozme jî cerdevan di wesaîtên sivîl de radiwestin.