Li Mûşê amadekariyê operasyonê

Li Mûşê amadekariyê operasyonê

Li bajarokê Kizilagaç ê Mûşê, li gel liv û tevgera helîkopteran, tîmên taybet û leşkeran kontrolên xwe yên li ser rê zêde kirin.

Li Çiyayê Kozme, Darbiye, Zengok, Geliyê Hişk, Geliyê Bilûr, Badinek, Zovank û Şenyayla yên ser bi bajarokê Kizilagaç, helîkopterên şer ên artêşa Tirk ji nizm difirin û qada Kaniya Kewa ya Çiyayê Kozme jî leşker û tîmên taybet bi 6 wesaîtên sivîl kontrola rê dikin. Hat ragihandin, ku bi wesaîtên sivîl hejmareke zêde leşker veguhestine Çiyayê Kozme.