Li Motkî ji çêkirina qereqolê re nerazîbûn
Li Motkî ji çêkirina qereqolê re nerazîbûn
Li Motkî ji çêkirina qereqolê re nerazîbûn
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Bêdlis Motkiyê xwest, çêkirina mewzî û qereqola li se rêya Motkî-Kavakbaşi, were rawestandin.
Bi armanca şermezarkirina çêkirina qereqola li bejahiya Motkî, bi beşdariya Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Rahmî Çelîık, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêdlisê Şahîn Çoban, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan, rêvberên BDP'ê yên bajar û navçeyan,endamên MEYA-DER, ÎHD, HDP û sendîkayên ser bi KESK'ê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Motkiyê Çetîn Bîrlîk daxuyanî xwend û bal kişand ser provokasyonên gengaz ên di dema vekişîna gerîlayên HPG'ê ji Bakurê Kurdistanê de. Bîrlîk da xuyakirin ku danûstandinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şanseke û xwest, ev şans qurbanî hêrsa leşkerî û daxwaza bi destxistina cihên stratejîk nebe.
Bîrlîk ragihand ku nebûna şer a di nava çar mehên dawî de, mafdariya vê pêvajoyê nîşan dide û got, "Cihê ku gerîla vala dikin, qereqolên nû tên çê kirin, daristanên me tên şewitandin. Ev rewş watedar e. Di pêvajoyeke ku aştî û têkoşîna demokrasiyê destpê kiriye de, çêkirina qereqolê nû, nayê fêmkirin."
Bîrlîk da xuyakirin, ku berpirsyarî ji niha û pê ve dikeve ser milê dewlet û hukûmetê û xwest, girtiyên ji doza "KCK" tavilê serbest werin berdan, benda hilbijartinê bê daxistin, astengiyên li pêşiya azadiya fikir û raman bên rakirin û qanûna partiyên siyasî bê guhertin.