Li Moskowayê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Li Moskowayê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, li paytexta Rûsya Moskowayê îmze tên berhevkirin.

Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê, ji bo pişgiriyê bidin kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên sîyasî, li paytext Moskowayê îmze kom kirin. 
Kurdistaniyan, ji bo bala gelan bikşînin ser vê mijarê, îro li meydana Vorobiyvî Gorî dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Li dezgeha berhevkirina îmzeyan, her weha parêznameyên Ocalan û rojnameya "Kurdistana Azad" a bi zimaên Kurdî û Rûsî tê weşandin, hatin belavkirin. Gelên li Moskowayê dijîn jî bi eleqeyek mezin beşdarî kampanyayê bûn û îmzeyê xwe bikar anîn. 

Kampanya îmzeyan a bi Însiyatîfa Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê destpêk ir, wê li hemû bajaran dewam bike.