Li Moskova ji bo Azadiya Ocalan kampanya îmzeya

Li Moskova ji bo Azadiya Ocalan kampanya îmzeya

Kampanya îmzeyan a navnetewî ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve  tê birêve birin didome. Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn ji bo li Rûsyayê balê bikişînin ser vê mijarê kampanya îmza dan despêkirin. 

Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê xebatên xwe didin meşandin, ji bo pişgirî bidin kampanya îmzeyan ya ku bi daxwaza azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê birêveribin li peytexê Rûsya Moskovayê îmze kom kirin. Kurdistaniyên ji bo bala gelên cûda bikişînin ser vê mijarê îro li meydana VDNX dest bi berhevkirina îmzeya kirin. Di dezgeha îmzeyê de li pirtûkên parêznameya Ocalan, rojnameya “Kurdîstana Azad” ya ku bi zimanê Rûsî û Kurdî derdikeve jî hatin belavkirin. Gelên li Moskowayê dijîn bi eleqeyek mezin beşdarî kampanyayê bûn û îmzeyê xwe bikar anîn. 
Kampanya ku di bin însiyatifa rêxistinên Kurd yê li Federesyona Rûsyayê hatiye despêkirin dê li hemû bajaran berdewam bike.